Fransa wê êdî ji Deryaya Spî li DAIŞê bixe

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Fransayê ragehand ku, ew dê sibe Duşemê ji Deryaya Spî dest bi lêxistina DAIŞê bike.

Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Odrian diyar kir ku, keştiya “Charles de Gaulle” ya helgira firokeyên şer îro, 22ê Mijdarê, gehişte rojhilatê Deryaya Spî.

Jean-Yves Odrian da zanîn jî ku, keştiya “Charles de Gaulle” dê ji sibe Duşemê ve amade be li pêgehên çekdarên DAIŞ li nava Sûriyê bixe.

Ev biryara Fransayî bi tundkirina operasyonên li dijî DAIŞê piştî êrîşên Parîsê te, ku di encam çend êrîşîn çekdarên DAIŞê de 130 kesî canê xwe ji dest dane û 351 jî birîndar bûne.

Keştiya “Charles de Gaulle” serkêşiya grûpek keştiyên leşkerî yên Fransî dike, tevî keştiyeke leşkerî ya Brîtanî.

Wezîrê Fransî diyar kir jî ku, hevahengiyek destpêkî di navbera wan û hêzên Rûsî yên li Sûriyeyê de heye, lê ew dê ligel hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewam di hevahengî û hevkariyê de be.

Roja 27ê Îlonê, firokeyên Fransî yekem operasyon li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê encam dabûn.