Barzanî ji eniyên şer vedigere Hewlêrê

Kurd24

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî piştî azadkirina Şingalê ji eniyên şer vegeriya Hewlêra paytext.

Ji dem girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve û êrîşa wê rêxistina radîkal li ser sînorên Başûrê Kurdistanê, Mesûd Barzanî wek Fermandarê Girşî yê Hêzên Çekdar berdewam li eniyên şer amade bû û bi awayek rasterast serpereştiya operasyonên azadkirina navçeyên Kurdistanê dikir.

Herî dawî jî Barzanî roja 12ê Mijdarê serpereştiya operasyona azadkirina Şingalê kir, roja piştire jî ji Şingalê migîzniya serkeftin û azadkirina deverê da.

Li gor ku Berpirsê Pewendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kiriye ku, îro 22ê Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê.

Barzanî wek ”qehremanê azadkirina Şingalê” ji aliyê xelkê ve hat pêşwazîkirin, di vê derbarê de jî kesayetiya Êzdî Şêx Elî amaje bi pendeke pêşiyan kir û got: “Mêrê bê ser naçine pêş”, bila hezar swar û çekdar jî hebin.