Çîroka berê – Em ê dijî PKK û terorê yek bin!

Kurd24

Seredana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Tirkiyê, ji seredanek rûtini ya herdem dernekete der. Mirov dikare bibêje, dibe ku ji yên berê jî lawaztir destpêkir û encam da. Ebadî ji alî Wezîrê Gumrikê Bulent Tufekçi ve hate pêşwazîkirin. Ev yek sinyalek giringî pêdana seredana Ebadî li Enqere bû.

Di dema pêşwazîkirina Ebadî ji alî Serokomar Erdogan ve jî germiyek nehate dîtin. Ala Iraqê bi xwe nehate bicîhkirin, Alayek biçûk liser mêza danûstandinê hebû. Ev pêngavên sembolîk li Enqere,  wekî nîşana giringiya mevan tên liqelem dan. (Nimûneyek: gava Serokdewletê Rusyayê Putin hatî pêşwazîkirin, Ala mezin a Rusyayê hatibû daliqandin)

Di medyaya Tirkiyê de herçend herêm di nav aloziyek mezin de ye û ligor Tirkiye giringiya pêwendiyan ligel Iraqê heye, lê rûdanên dawî diyarbû bandorek li Enqereyê kirine û aktîvîteyên Heşda Şabî, ku li Enqere jî hêzek reserve/yedek di bin desthilata Îranê de tê dîtin, dilgiraniyek li Tirkiyê pêkanî ye. Eşkere ye ku, Enqere ji bandora Hîlalî Şîa, ku Iraq beşek girîng di pêkanîna vê projeyê de ye, ne rehet e. Herweha dizaynkirina Iraqê ligor siyaseta Îranê, ji alî Tirkiye ve jî wekî metirsiyek tê dîtin û ev yek li Tirkiye niha bi dengek bilind tê ziman.

Di presskonferansa Erdogan – Ebadî de, tenê gotinên girover ên bê projeyên hevbeş ên stratejîk hatin rojevê. Ji xwe diyar e, hevkariyek stratejîk a domdar di navbeyna Bexda û Enqereyê de nikarin derbasî jiyanê bibin, ji ber ku ajendayên, projeyên, stratejiyên aliyan ji hevûdu dûr in. Babetek heye ku di roja îro de aliyan nêzîkî hevûdu dike – dijberiya encamdana referendûma serxwebûna Kurdistanê. Tirkiye di rewşa xwe ya navxweyî ya siyasî de niha ne di wê astê de ye bikaribe serxwebûna Kurdistanê bipejîrîne.

(Xala herî bingehîn jî ew e ku, siyaseta nîjadperest li Tirkiye Enqere gûvaştiye, MHP ku Partiya Nîjadperest a Tirkiye ye, rewşa AK Partî ku nikare li Parlementoyê biryardar be, bikar tine û bi nave hevkariyê xwestekên xwe bi taybetî dijberê Kurdistanê dixwe dewrê de. AK Partî jî, neçar, wekî Partiyek ku dixwaze desthilat di dest de be, van daxwazên MHP bicîh tî ne û bandora nîjadperestiyê li Enqere xûrttir dike.)

Erdogan û Ebadî gotinên girover li Enqere anîn ziman:

Pêwendiyên her du dewletan dê baş bin.

Projeyên hevkar ên aborî dê werin pêk anîn.

Lidij PKK her du alî dê hevkar bin.

Ev xalên sereke yên hevdîtina Ebadî – Erdogan bûn.

Ev her sê xal her dem li ser mêza diplomatîk a Enqere de babetên rojevê ne. Ne Tirkiye bawer dike, Ebadî dê helkeftinekê dijî PKK bikaribe pêkbîn e (jiber ku biryara vê ne di dest Ebadî bi xwe de ye, biryardar Tehran e û Ebadî figuran e). Ne jî Ebadî bawer dike ligel Tirkiye partnerek / aliyek yeksan e. Heta berî 2 mehan Erdogan ev gotin beramberî Ebadî bikar anîn: Tu ne muhatab ê min î! Tu kî yî? Kiloyên te çend în?

Bûyerên li herêmê, bi taybetî girêdayî Kurdistanê Ebadî û Erdogan anîn cem hevûdu, lê diyar e bi guherandina wêneyê herêmê, pêngavên/helwestên her du dewletan dê ji hevûdu dûr bikevin.

  

25ê Cotmeha 2017an