Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu êrîşên îşev ên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li Başîkê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu êrîşên îşev ên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li Başîkê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îşev pêwendiyeke telefonî encam dan û êrîşên li Hewlêr û Başîkê gotûbêj kirin.

Her du aliyan bi awayekî herî tund êrîş şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê ji nêz ve di pêwendiyê de bin û lêkolînên li ser êrîşan jî berdewam in.

Îşev êrîşek li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Herwiha eşkere kir ku ti ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî derketine holê û ji bo diyarkirina cihê hatine dronê lêkolîn berdewam in.