Mûşekek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin

Dije-Terora Kurdistanê ragihand; mûşekek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Hewlêr (K24) – Dije-Terora Kurdistanê ragihand; mûşekek arasteyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin. Ji ber êrîşê, Konsulxaneya Amerîkayê zengilê agahdarkirinê lê da.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand ku mûşekek arasteyî Balfirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin û li nêzîkî bingeha serbazî ya Amerîkayê ket xwarê.

Wezareta Navxwe: Êrîş bi rêya droneke TNT kirî hatiye encamdan

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Herwiha eşkere kir ku ti ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî derketine holê û ji bo diyarkirina cihê hatine dronê lêkolîn berdewam in.

Peyamnêrê K24ê ragihand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li esmanê Hewlêrê difirin û agirê ku ji ber êrîşa mûşekî derketibû, hatiye temirandin.

Wayne Marotto: Ti ziyaneke canî nebûye

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ji K24ê re ragihand; firokeyeke bêfirokevan li nêzîkî depoyeke hêzên Hevpeymanan teqiya.

Marotto eşkere kir ku di encama teqînê de ti ziyaneke canî nebûye û agirê teqînê hatiye temirandin.

Herwiha destnîşan kir ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin.