Enqerê derbarê êrîşa mûşekî ya li Başîkê daxuyanî da

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di encama êrîşa mûşekî ya li dijî baregeha artêşa Tirkiyê ya li Başîkê serbazekî jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di encama êrîşa mûşekî ya li dijî baregeha artêşa Tirkiyê ya li Başîkê serbazekî jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku îşev li dijî baregeha artêşa Tirkiyê ya li li Başîkê bi mûşekan êrîşek hat encamdan.

Hat ragihandin ku yek ji sê mûşekan li baregehê, her du mûşekên din jî li gund ketine û di êrîşê de serbazekî jiyana xwe ji dest daye û herwiha zarokek jî li gund birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî êrîşê firokeyên bêfirokevan li deverê hatine erkdarkirin û tedbîrên pêwîst hatine cîbicîkirin.

Îşev bi mûşekekê êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin û di heman demê de bi du mûşekan, serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li Başîkê hat armanckirin.