Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Japonya li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 22.4.2021an pêşwazî li Konsolê Japonya li Hewlêrê Arakawa Mîkîhîro kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22.4.2021an pêşwazî li Konsolê Japonya li Hewlêrê Arakawa Mîkîhîro kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Japonya li Hewlêrê ji bilî xwenasandina bi Serok Barzanî wekî Konsolê Japonya li Hewlêr, xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Japonya û Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de xisterû.

Her di vê civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê Japonya li Hewlêrê xwest û pêşwaziyê jî li berfirehbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê kir.

Rewşa siyasiya Iraqê û gef û êrîşên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.