Cehfer Êmînkî: Li Şingalê azadiya dengdanê tune ye
Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cehfer Êmînkî destnîşan kir; li Şingalê rêgirî li partî û aliyên siyasî tê kirin û azadiya ramanan tune ye.
Cehfer Êmînkî diyar kir ku çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rêgirî li şand û tîmên bangeşeyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin, da ku neçin li Şingalê bangeşeya hilbijartinan nekin.
Êmînkî destnîşan kir ku li Şingalê azadiya dengdanê tune ye û çekdarên PKKê rêgirî li tîmên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin û hemû aliyan li ser rêgiriyên PKKê bêdeng in û ti aliyek vê rêgiriyê şermezar nake.