PDK li ser asta Iraqê partiya herî mezin e
Hewlêr (K24) – Li gor encamên herî dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê belav kiriye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser asta Iraqê partiya herî mezin e, ku piraniya dengdan bi dest xistine.
Li gor dengên dengderan, li ser asta Iraqê herî zêde Tevgera Sedir deng bi dest xistine, ku hevpeymanî ye, piştî wê jî PDKê herî zêde deng bi dest xistin û weke partî li ser asta Iraqê yekem e.
Hejmara dengên hemû aliyên siyasî wiha ye:
Namzedên serbixwe: 1.716.860 deng
Tevgera Sedir: 885.317 deng
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 764.416 deng
Hevpeymaniya Teqedum: 638.066 deng
Hevpeymaniya Dewleta Yasa: 502.196 deng
Hevpeymaniya Feth: 444.762 deng
Hevpeymaniya Ezm: 417.415 deng
Hevpeymaniya Kurdistanê: 364.829 deng
Tevgera Îmtîdad: 299.299 deng
Peymana Niştimanî: 235.733 deng
Hevpeymaniya Hêza Dewletê: 234.965 deng
Tevgera Nifşê Nû: 234.314 deng
Hevpeymaniya Tesmîm: 130.071 deng
Qadîmûn: 126.411
Hevpeymaniya Nesr: 125.068 deng
Hevpeymaniya Bernameya Niştimanî: 107.654 deng
Îşraqeya Kanûn: 100.371 deng
Tevgera Maf: 95.372 deng
Hevpeymaniya Îqtîdara Niştiman: 73.220 deng
Komela Dadgerî: 64.156 deng