Dû welatîyên Kurd li rê ya Kerkûk- Kifrî hatin revandin

Şeva buhirî, dû hevwelatî yên xelkê Kifrî li rê ya di navbera Kifrî û Kerkûkê de hatin revandin.

K24- Germîyan

Şeva buhirî, dû hevwelatî yên xelkê Kifrî li rê ya di navbera Kifrî û Kerkûkê  de hatin revandin.

Çavkanîyeke haydar bi Kurdistan 24 re ragehand: Ew dû welatî kesên kasibin û ti peywendîyên wî bi ti alîyan ve nîne û şeva buhirî li nêzîk bajarokê  Daqûq, dema otombîlê wan xirab dibe, çend çekdarên nenasyayî dihên ser rêyên wan û wan dû welatîyan direvînin.

Got jî: Hêzên ewlekaryên deverê dest bi vekolînan kirîne, lê heya niha çarenivîsa wan herdû revandîyan dîyar nîne.