Citizen û Man United lîstika man û nemanê dikin
K24- Navenda Nûçeyan
Her du tîmên Manchester City û Manchester United pêşberî hev dibin, her du tîm jî cavê wan li tolhildanê ye.
Îro Yekşemê demjimêr 15:05 bi dema Hewlêrê wê Citizen û Şeytanên Sor lîstika herî gerim di Primer Luge de bilîzin.
Her du tîmên ku hevrikên hev ên dîrokî ne, wê ji bo serkeftinê bilîzin, Man.City bo parastina pêşengtiya xwe û Man.United jî bo razîkirin hezkiriyên xwe.
Herwiha duh jî tîma Arsenalê karî serkeftineke girîng bidest bixe û bi awayekî demkî bibe pêşenga Primer Luge.
Serpêhatiya Chelsea yê jî berdewam û carek din rastî şikestinê hat.