Amarîka hêzeke bijayî dişîne Sûriyê

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka eşkere kir ku ewê hêzeke bijayî bisîne Sûriyê bo “şerê li dijî DAIŞê” û xuya kir jî ku ew hêz dê tenê “şêwirê” bide şervanên opozîsyonê.

Washingtonê duh, 30 Cotmehê beriya civîna Viennayê plana şandina hêzeke bijayî bo Sûriyê eşkere kir, xuya kir jî ku ew hêz tenê ji bo pêşkêşkirina “şêwirê” ji şervanên ku şerê DAIŞê dikin re be.

Duh civîna Viennayê bi beşdarbûna 17 welatên Rojavayî û Ereb û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, ku Îran jî ji bo cara yekem beşdarî kongreyeke gotûbêjan derbarê Sûriyê dibe, civîn birêve çûbû.

Beşdarên civîna Viennayê û di nav wan de Amerîka û Rûsya ragehandin ku hîn gelek nakokî di navbera beşdarê civînê hene, lê gotin jî ku ji bo bilezkirina kedên dîplomasî bo bidawîanîna şerê li Sûriyê li hev kirin. ku dê du hefteyên din careke din li hev bicivin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Bergîriyê ya Amerîkayê Ashton Karter duh ragehand ku ji xwe stratejiya wan piştgîriya opozîsyona ku şerê DAIŞê dike ye. Lê biryara şandina hêzeke taybet bo Sûriyê, dê metirsiyeke mezin li ser wê hêzê çê bike. 

Amerîka ji bêhtirî salekê ve, bi êrîşên asmanî li pêgehên DAIŞê li Sûriyê dide, lê heya niha ti hêzeke bijayî li Sûriyê belav nekiriye.

Berpirsekî ji Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê jî duh ragehand ku di meha bê de endamin ji Hêza Operesyonên Taybet digehin Sûriyê.

Biryar e ew hêza bejayî ya Amerîka li bakurê Sûriyê bicih bibe, wek ku hatiye ragehandin.