Ki-Moon behsa derfeteke zêrîn bo bidawîanîna tundiya li cîhanê dike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî radigehîne ku cîhan li pêş derfeteke girîng e ku bi riyên dîplomasî dawiyê li tundûtûjiyê bîne.

sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon îro, 15 Mijdarê beriya beşdariyê di civînên G20 li Antalyaya Tirkiyê birêve diçe, di konferanseke rojnamevaniyê de ragehand ku “Ti welat yan bajar dûrî tundûtûjiyê tune ne.”

Ev gotinên Ki-Moon piştî wê yekê tên ku çend “terorîstan” êrîşî “Stade de France” û Navenda Batacklanê li Parîsê kirin û di encamê de dora 128 kes hatin kuştin û 356 ên din jî birîndar bûn.  

Ki-Moon amaje bi nexşerêya ku duh li Viennayê derbarê Sûriyê de li ser hatiye erêkirin kir û got ku, divê bileztirîn dem de were cibicîkirin bo ragehandina agirbestekê li wî welatî.

Ki-Moon got jî “Piştî çend salan ji nakokiyan, em li pêş derfetekê ne ku bi riyên dîplomasî dawî li tundûtûjiyê were kirin.”

Herwiha Ki-Moon daxwaz ji serkirdeyên G20 kir ku pêhtir alîkariyê pêşkêşî penaberan yên ku piraniya wan Sûrî ne bikin û got ku ew mezintirîn krîza penaberan e ji Şerê Cîhanê yê Duyem de.