Li Cizîra Rojava êrîşa li dijî DAIŞê destpê dike

Kurd24

K24 – Hesekê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi yekemîn pêngavên xwe li başûrê Heseke dike.

Hêza Sûriyeya Demokratîk îro, 31 Cotmehê, di daxuyaniyekê de ragehand ku dest bi operasyonekê bo rizgarkirina başûrê Hesekê ji dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kiriye.

Peyamnêrê K24 li Hesekê jî piştrast kir ku, li her du navçeyên Hol û Şedadî , operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku “Ji ber ku me soz dabû ku em dê tevahiya Sûriyê ji terorê paqij bikin, em destpêkirina vê pêngava leşkerî radigehînin.”

Di 12 vê mehê de Hêza Sûriya Demokratîk di konfiranseke rojnamevanî de bi awayekî fermî damezrandina xwe ragehandibû, ku ji YPG, YPJ, Encûmena Leşkerî ya Siryanî, Volkana Ferat, Senadîd û Şoreşgerên Reqayê pêk dihat.

Li gor daxuyaniyê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîkayê piştgiriya esmanî didin wê operasyonê.

Amerîkayê roja 11-12 vê mehê, bi rêya firokeyên taybet barek ji 50 ton ji çek û teqmenî ji şervanên Kurd û Ereb li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re avêtibûn.