De Mistura piştî Şamê digehe Moskoyê

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê siba digehê Rûsyayê ji bo lidarxistina “Gotûbêjên durist” di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova îro di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku biryar e Nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura sibe bi Moskoyê gehîne, dê ligel Sergei Lavrov jî bicive bo avakirina gotûbêjên durist di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de.

De Mistura duh li Şamê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim civiya bû û daxwaza agirbestekê li Sûriya  kiribû, herwiha behsa hûrgiliyên civîna Viennayê kiribû, ji ber ku ne rejîm û ne jî opozîsyona Sûriyê tê de beşdar nebûbûn.

Şanderê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn Michael Bogdanov ragehand ku, De Mistura serdana Şama paytext re kiribû, herwiha ew dixwazin jî encamên hevdîtinên wî li gel berpirsên Sûrî zanibin.  

Zaxarov got jî ku Mosko dê di hefteya bê de vexwandina nûnerê rêjîm û opozîsyona Sûriyê bike, bo gotûbêjan birêve bibe.

Zaxarov da zanîn jî ku, ti pirsgirêk ji aliya rêjîma Sûriyê de tune ye ji ber ji zû de amadehiya xwe daye, lê ew niha hewl didin bo bi nûnerên opozîsyona Sûrî re bicivin.

Ji 30 Îlona borî de û li ser daxwaza rêjîmê, Rûsya êrîşên esmanî li Sûriyê pêk tîne, lê opozîsyon Rûsyayê tuhmetbar dike ku ew pêgehên opozîsyonê bombebaran dike.