Suidiyê çekan ji opozîsyona Sûriyê dişîne

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Erebistana Siudiyê ragehand ku, welatê wî dê piştgîriya opozîsyona Sûriyê  ya lîbral bike û çekan jê re bişîne.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siudiyê Adil Cubêr duh, 31 Cotmehê, di hevpeyvîneke televizyonî de got ku, divê Rûsya û Îranê demekê ji bo çûna Esed ji ser desthilatê diyar bikin, herwiha hemû hêzên û mîlîşiyayên xwe ji Sûriyê vekişênin.

Cubêr ku beşdarî kongreya “Gotûbêjên Menamayê” ya asayişa herêmî ya salane li paytexta Behrênê bibû, got ku “Divê Esed îro ji desthilatê rab e”  di heman demê de jî got welatê wî planeke şandina çekan ji opozîsyona lîbral re amade dike.

Ji aliyekî din ve jî, Werzîrê Derve yê Behrênê Şêx Xalid Bin Ehmed el-Xelîfê got jî piştgîriya Îranê  ji bo têkbirina welatên Erebî ye û “gefa wê jî ne kêmtirî gefa DAIŞê ye.”

Civîna Viennayê 30 vê mehê bi beşdarbûna 17 welatên Rojavayî û Ereb û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê birêve çûbû. Îran jî ji bo cara yekem di hevdîtinên derbarê Sûriyê de beşdar bûbû.