Herêma Kurdistanê kar ji bo avakirin û biparêzgehbûna Şingalê dike

Kurd24

K24 – Hewlêr 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî azadkirina Şingalê li gelê kurd pîroz kir û ragehand ku ewê di demeke nêzîk de hewlên avakirina Şingalê bidin.  

Nêçîrvan Barzanî îro, 13 Mijdarê, rizgarkirina Şingalê bi peyamekê pîroz kir û bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û serperiştiyarê giştî yê operasyona azadkirina Şingalê Mesûd Barzanî û hemû Pêşmergeyên qehreman kir.

Barzanî di peyama xwe de got ku, DAIŞ enfaleke nû li Şingalê di derheqa neteweya Kurd de pêk anîbûn.

Operasyona azadkirina Şingalê duh, 12ê Mijdarê, serê sibehê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Gitşî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî û bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmergeyên Kurdistanê dest pê kiribû.

Îro jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ser Çiyayê Şingalê pîrozbahiya azadkirina wê qezayê li gelê Kurdistanê û Kurdên Êzdî kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de got ku, ewê hemû hewlên xwe di warê yasayî û îdarî de bi kar bînin ji bo ku piştgîriya daxwazên welatiyên deverê yên biparezgehbûnê. 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka û gelê Amerîkayê kir ji bo yekdengiya wan li ser alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge. Herwiha spasiya hemû welatên nava hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û hemû welatên cîran û dost kir ku di rûbirûbûna DAIŞê û dûrxistina wê ji xaka Kurdistanê û parastina azadî û bihevrejiyanê de li Kurdistanê, piştgirên gelê Kurdistanê bûne.