Rola Kurdistanê di şerê DAIŞê de bilind hat nirxandin

Kurd24

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanya Karwan Cemal Tahir Navenda  Geşepêdana Kurdî (Kurdsh Progress Center) li avahiya Parlamentoya Brîtanyayê panêlek li ser "Rola Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de" hat li darxistin.

Duh (28.11.2015) Navenda  Geşepêdana Kurdî (Kurdsh Progress Center) li avahiya Parlamentoya Brîtanyayê panêlek li ser "Rola Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de" saz kir.

Di destpêka panêlê de Berpirsê Grûba "Dostên Kurdistanê" li Parlamentoya Brîtanî Gazî Kenet behsa serdana xwe ya dawî bo Herêma Kurdistanê kir û got: "Rizgarkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve serkeftineke mezin  û derbeyeke giran bû ku DAIŞê hat xistin."

Gazî Kenet da zanîn ku berdewamiya Pêşmergeyên Kurdistanê li ser baqijkirina hemû navçeyên di bin kontirolkirina çekdarên DAIŞê de pêwîstî bi çekên giran, şêwirmendên leşkerî heye.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir eşkere kir ku beşdariya Brîtanya di operasyonên dijî DAIŞê de li Sûriyê pêngaveke giring e, ji ber ku Sûriye bûye navenda sereke ya çalakiyên DAIŞê.

Cemal Tahir ji rojnameya Şerq el-Ewset re ragehand ku armanca wan  ji wê panêlê ew bû ku rola Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de bo raya Giştî vebibêjinز.

Mamostayê Zanîngeha Berîtanî Bill Park jî da zanîn ku divê piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de were kirin û tekez kir ku alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bo Kurdan gelekî kêm e.

Di dawiya axiftina xwe de Bill Park got ku ew dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê jî bike. Hêjayê gotinê ye gelek siyasetmedarên Brîtanî rojnamevan û Kurdên li wî welatî dimînin beşdarî panelê bûn.DAIŞê bo raya Giştî were zanîn û ku rola Kurdistanê li şerê li dijî DAIŞî kir ku îstiya wan bi  ûrdistanê serkeftineke mezin bû