Li Trikiyê rê li ber 1300 penaberan hat girtin

Kurd24

K24 - Navenda Nûçeyan

Li bakurê rojavayê Tirkiyê 1300 koçber dema ku dixwestin ji Tirkiyê ber bi peravên Yunanistanê biçin Ewropayê hatin girtin.

Girtina wan penaberan di demekê de ye ku Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li ser pirsa penaberan li hev kiriye.

Li gorî wê lihevkirinê, Yekîtiya Ewropayê dê 3 milyar Euro bide Tirkiyê. Herwiha divê Tirkiye sînorên xwe kontrol bike û koçberên dixwazin biçin Ewropayê jî, di nav axa xwe de bihêle.

Li bajarê Çanakkaleyê jî Hikûmeta Tirkiyê êrîş bire ser 8 cihê ku penaber jê derdikevin û ber bi Yunanistanê ve diçin û di encam de çar qaçaxçî hatin girtin.

Li gor Rêxistina Navdewletî ya Penaberan ((UNHCR), îsal zêdeyî 720 hezar koçber ji peravên Yunanistanê gehiştine Ewropayê ku piraniya wan ji Tirkiyeyê çûne.

Ew 3 milyar Euroyên ku dê Ewropa bide Tirkiyê, biryar e ji bo penaberên Sûrî yên li Tirkiyê re bên xerckirin. Rayedarên Tirkiyê jî îdîa dikin ku heta niha 8 milyar dolar li penaberan serf kirine.