16 leşkerên dîl ên Lubnanî hatin berdan

Kurd24

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Lubnanê 16 leşkerên xwe ku di sala 2014an de hatibûn girtin, li gor proseyeke bihevguhertina dîlan ligel Cebhet el-Nûsrayê wergirtin.

Li gor zanyariyên televizyona el-Menar a Lubnanî îro proseya bihevguhertinê di navbera hikûmeta Lubnanê û Cebhet el-Nûsayê de hat cîbicîhkirin.

Li gor wê proseyê, hikûmeta Lubnanê dê 13 alîgirên Cebhet el-Nûsrayê ji wan 5 jinin di nav wan jinan de jî Seca el-Dûleymî ya jina berê ya berpirsê DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî radestî Cebhet el-Nûsrayê bikin.

Ji aliyê xwe ve jî Cebhet el-Nûsrayê 16 leşkerên Lubnanî ku di sala 2014an girtibûn radestî hikûmeta Lubnanê kirin. Cebhet-el-Nûsrayê termê leşkerekî Lubnanî jî radestî hikûmeta Lubnanê kir.

Li gor Televzyona el-Menar her 16 leşkerên Lubnanî bi otomîlên Heyva Sor a Lubnanî ber bi Beyrûtê ve çûn.