Operasyonên Rûsya yên li Sûriyê berdewam in

Kurd24

Operasyonên Rûsya yên li Sûriyê berdewam in

K24 - Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşeke firokeyên Rûsyayê de li bajarê Erîha ser bi parêzgeha Idlibê ku dikeve rojavayê Sûriyê 18 kes hatin kuştin.

Ji dema ku Rûsyayê (30î Îlonê) dest bi êrîşên xwe yên esmanî li dijî pêgehên rêxistina DAIŞê li Sûriyê kiriye, welatên rojava, Amerîka û yên herêmî jî wiha dibînin ku êrîşên Rûsyayê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ye, piştî ku şervanên opozîsyona Sûriyê karîbûn destkeftên girîng li ser erdê bidest bixin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê îro ragehand ku firokeyên Rûsyayê êrîş birine ser bajarê Erîha ser bi parêzgeha Idlibê û di encam de 18 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve televizyona Orinet a ser bi Opozîsyona Sûriyê di nûçeyeke xwe ya îro de ragehand ku di wê oprasyona Rûsyayê de bo ser bajarê Erîha 40 kes hatine kuştin.

Bajarê Erîha ser bi Parêzgeha Idlibê ye û ji Gulana borî ve grûbên opozîsyona Sûriyê di nav de jî Cebhet el-Nûsrayê ew navçe kontirol kirine.