Daxwaz tê kirin Amerîka hêzê bişîne Iraq û Sûriyê

Kurd24

K24 - Navenda Nûçeyan

Du endamên Civata Pîran a Amerîkayê daxwaz kirin ku 20 hezar leşkerên Amerîkî bo Iraq û Sûriyê bên şandin.

Herdu Endamên Civata Pîran a Amerîkayê John McCain û Lindsey Graham, doh di serdana xwe ya Bexdayê de rexne li "stratejiya" Serokê Amerîkayê Barack Obama ya derbarê DAIŞê de girtin û gotin ku ji bo jinavbirina DAIŞê pêdivî bi hêzeke bejayî heye.

Berî niha John McCain, ji berpirsên Komîteya Hêzên Leşkerî ya Civata Pîran a Amerîkayê  re pêşniyar kiribû ku 10 hezar  leşkerên Amerîkî bo Iraqê bên şandin daku di şerê dijî DAIŞê de alîkariya hêzên Iraqê bikin.

Ji aliyê xwe ve Lindsey Graham da zanîn ku  tenê êrîşên esmanî nikarin DAIŞê têk bibin û guhertineke berbiçav çêbikin. Ji 30ê Îlona borî ve Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dest bi êrîşên xwe yên li dijî çekarên DAIŞê li Iraqê kiribû.

Herwiha wan senatoran daxwaz kir kirin ku ji bo heman mebestê 10 hezar leşker bo Sûriyê jî bên şandin daku alîkariya opozîsyona wî welatî bikin.