Esed: Di nav penaberan de terorîst hene

Kurd24

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku di nav wan penaberên Sûriyê de yên ku ber bi Ewropayê ve diçin "terorîst" jî hene.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Çîkî serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, ragehand ku piraniya wan penaberên Sûriyê yên ku ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve diçin "Sûriyên bi rûmet in".

Esed da zanîn ku gelek terorîst dikevin nav wan û ber bi Ewropayê ve diçin. Wek tê zanîn di êrîşa Parîsê de (13.11.2015) zêdeyî 132 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Li gor rêxistina Navdewletî ya Penaberan (UNHCR), îsal zêdeyî 720 hezar kes ji peravên Yunanistanê gehiştine Ewropayê ku piraniya wan ji Tirkiyê çûne.