Pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo cejna Ekîto

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Ekîto ya sersala nû ya Babilî ya Aşûrî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî temamê Kildan, Aşûrî û Siryaniyên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Ekîto ya sersala nû ya Babilî ya Aşûrî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî temamê Kildan, Aşûrî û Siryaniyên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi helkefta hatina cejna Ekîto serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, hêvîdar im ev helkeft bibê cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê ji bo wan û hemû welatiyan.

Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan herdem niştimanê pêkvejiyan, firehî, lêborînî, olî û neteweyî bûye û Krîstiyan jî pêkhateyekî resen û dêrînê vê ax û niştiman û kultûra fireh rengîn e ku divê bi hemû awayekî em biparêzin û bihêz û xûrttir bikin.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz be û hêvîdar im pêkve cejn û helkeftên xwe yên paşerojê li rewşeke baştir da li sayeya pêkvejiyan û aştî û aramiyê da pîroz bikîn, me qeyran û tengasiyên xwe derbaskiribe û pejika Kovid – 19 û bandora wê li ser cîhan û mirovayetiyê de nemabe.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.03.2021