Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek ji Wezîrê Derve yê Amerîka wergirt

Wezîrê Derve yê Amerîka spasiya hewl û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyaloga stratejîk a di navbera Iraqê û Amerîka de kir.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken wergirt.

Di peyama xwe de ku piştî bi dawîbûna gera sêyem a diyaloga stiratejîk a navbera Iraqê û Amerîka hat şandin, Wezîrê Derve yê Amerîka spasiya hewl û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo diyaloga stratejîk a di navbera Iraqê û Amerîka de kir û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşvebirina pêwendîyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de da xuyakirin.