Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Şêx Mihemed Bin Zayid ve wergirt

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Mîrnişîna Îmaratê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemê 3yê Gulana 2021ê li Hewlêrê, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Mîrnişîna Îmaratê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Îmaratê silav û rêzên Serok û Serokwezîr û Cînişînê Ebû Dabî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand û vexwendnameyeke Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan Cîhnişînê Ebu Dabî û Cîgirê Fermandeyê Bilind ê Hêzên Çekdar, ya ji bo serdana Îmaratê, radestî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku têda xwesta Îmaratê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da dûpat kir.

Nêçîrvan Barzanî silav û rêzên xwe bi Serok û Serokwezîr û Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan gihand û spas û xweşhaliya xwe bi vexwendina wan derbirî û ragihand di demeke guncav ya ji bo her du aliyan de serdanê encam didin, her wiha peywendî û dostayetiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel serkirdayetî û Hikûmet û gelê Îmaratê bilind nirxand.

Nirxandina pêşketinên dawî yên Iraqê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îmarat û girîngiya zêdetirê pêşxistina wan ya li warên aborî û bazirganiyê da, aliyeke dinê hevdîtinê bû.