Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 9 xortên Kurd revandin

Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve bi armanca koçberkirina Kurdan ji herêma Efrînê, bi her awayî zulm û zordariyê li xelkê wê yê resen dikin.
Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên ser bi artêşa Tirkiyê ve bi armanca koçberkirina Kurdan ji herêma Efrînê, bi her awayî zordariyê li xelkê wê yê resen dike û rojane Kurdan direvînin û eşkence didin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Silêman Şah (Emşat) roja 27ê Hezîrana borî kalemêrê bi navê Ebdo Hido ji bajarokê Şiyê revand û bi mebesta standina fidyeyê, ew da bin eşkenceya hovane.

Wê rêxistinê diyar kir, piştî ku çekdarên Emşat 3 hezar Dolarên Amerîkî ji malbata Ebdo Hido standin, ew serbest berda.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand jî, xortê bi navê Mistefa Mihyedîn Reşîd ku ji dema dagîrkirina Efrînî ji berî 3 salan ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û di zîndana Raî de rast eşkenceya hovane hatibû û lingekî xwe di bin eşkenceyê de winda kiribû, roja 4ê vê mehê hat berdan.

Herwiha wê rêxistina mafên mirovan belav kir jî, grûpa Cebhe El-Şamiyê 9 xortên Kurd revandin û birin baregeha xwe ya li gundê Kefir Cenê û bi armanca standina fidyê ji malbatên wan, wan eşkence dide.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, mîlîşyayên çekdar ên ser bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û di bin fermana û ecindeyên Tirkiyê de kar dikin, bi her awayî zulm û zordariyê li Kurdên Efrînê yê resen dikin, da ku neçcar bibin dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin.