Li Efrînê 3 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.
Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan  belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî bavek û kurê wî ji gundê Şorbe yê li navçeya Mabet revandin, bêyî ku sedema revandina wan were zanîn.

Rewangehê ragihand jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 28ê Tîrmeha borî Serokê Odeya Çandiniyê ya Encûmena Xwecihî ya Raco ji mala wî ya gundê Kûra revandin û heta niha tometa wî jî nayê zanîn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de û li gor amarên çalakvanan, zêdetir ji 7 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bi cih bikin.