Îran li dijî avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê ye
K24-Navenda Nûçeyan
Îran nerazîbûna xwe derbarê avakirina nevçeyeke tampon li Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman, wê navçe li dijî yasayên navdewletiye dide zanîn.
Di daxuyaniyekê de Berdevka Wezareta Derve ya Îranê Merziya Efxem duh, 26ê Tebaxê, ragehand ku damezrandina navçeyeke tampon û parastina sînoran ji hev cuda ne û diyarkir ku kesek ne li li dijî parastina Tirkiyê ye.
Efxem tekez kir ku helwesta Îranê derbarê vê babetê de ji destpêka krîza Sûriyê ve diyare û eşkere kir ku ev pêngava Tirkiyê dijî yasayên navdewletî ye û bi çi awayî nayê qebulkirin.
Berî niha Enqereyê ragehandibû ku bi mebesta damezrandina navçeyeke tampon li devera Cerablûsê ya bakurê Sûriyê, li gel Amerîkayê rêkeftiye.
Li gor Tirkiyê armanca damezrandina wê nevçeyê parastina sivîlane, herwiha vegera penaberên Sûriyê li ser malên xwe.