Iraq 16 girêbestên kirîna çekan hildeweşîne
K24- Navenda Nûçeyan
Iraq 16 girêbestên kirîna çekan ku buhayê wan 3 milyar û 424 milyon dolarbûn hildweşîne û çend girêbestên nû îmze dike.
Di daxuyaniyekê de Wezîrê Bervaniya Iraqê Xalid Ûbeydî duh, 26ê Tebaxê, ragehand ku ji bo sedemên cuda ji wan jî “gendelî” 16 girêbestên kirîna çekan hatin hilweşandin û li şûna wan 36 girêbestên nû hatin îmzekirin.
Ûbeyîdî da zanîn bi hilweşandina wan girêbestan, Iraqê biqasî 1 milyar û 600 milyon dolar wergirt.
Navborî tekez kir ku, girêbestên nû yên hatine îmzekirin, dê pêwîstiyên eniyên şerê li dijî DAIŞê ji çek, teqemenî û pêwîstiyên leşkerî peyda bike.