li sê deverên Sûriyê agirbesteke du rojî hat ragehandin

Kurd24

 

K24-Navenda Nûçeyan

agirbesteke du rojî di navbera aliyên şer li bajarê Zebedanê û du gundên din destpêkir.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan iro, 27ê Tebaxê ragehand ku agirbest saet 6 vê sibehê li bajarê Zebedanê û her du gundên Şîyan "Keferya û Foe"  li parêzgeha Idlibê hat ragehandin.

Berî niha jî û di 12ê vê mehê de li heman navçeyan girêbesteke din di nabera rejîma Sûriyê û alîgirên wê weke Hizbûlaha Libnanî û çekdarên opizîsyona Sûriyê de hatibû ragehandin lê ji ber ku hate dirêjkirin bû 72 saetan ew agirbest têkçû.

Ji aliyê xwe jî Tevgera Ehrar el-Şam jî tekezkir ku agirbest li Rojavayê Sûriyê dûrî pêgehên rêxistina DAIŞê cîbecî bûye.

Armanc ji agirbestên borî ewbû ku derfetekê bidin danûstandinan da li bajarê Zebedanê her du gundan bigehin agirbesteke dirêjtir.