Amerîka li ser çûna Esed rijde

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka li ser helwesta xwe ji çarenivîsa Beşar Esed rijde, tekez dike jî ku nabe ti rola wî di paşerojê de hebe.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Amerîkayê duh, 28ê Tebaxê, ragehand ku nûnerê taybet ê Amerîka li Sûriyê serdana Rûsyayê kir û li gel berpirsên wî welatî çawaniya çareserkirina krîza Sûriyê gotûbêjkirin.

 Wezareta Derve ya Amerkayê diyar kir ku, ew piştgirya daxwazên gelê Sûriyê di welatek yekgirt û demokrat de dike.

Herwiha daxuyaniyê tekez li ser pêwîstiya qonaxa veguhêz li Sûriyê “bêyî hebûna Esed” kir.

Di dawiya daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye ku, Washington dê li ser şerê li dijî rêxistina DAIŞ li Iraqê Sûriyê û alîkarîkirin û piştgiriya welatên hevpeyamn, berdewam be.