ENKSê "li dijî koçberiyê" xwepêşandanan lidar dixe
ENKSê "li dijî koçberiyê" xwepêşandanan li dardixe
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku ji destpêka meha were de xwepêşandana li dijî koçberiyê li darbixe.
Endamê Emîndariya Giştî a Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriy, Fêsel Yûsif duh,29ê Tebaxê, ragehand ku bi mebesta rohnîkirinekî li ser diyardeya koçberiyê û bandora wê ya xirab li ser jiyana welatiyan, biryar hate dan ku di 5ê meha bê de xwepêşandan li hemû bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê werin li darxistin.
Yûsif da zanîn ku di sêyemîn salvegera xenqandina pêncî welatiyê bajarê Amûdê di nav deryaya Spî de dê 5 xulek li ser giyanê wan qurbaniyan were rawestnadin.
Ji destpêka kirîza Sûriyê ve û heta niha pêlên koçberiyê li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî berdewamin hevdem li gel belavbûna bêkarî û nebûna ewlehiyî û pêwîstiyên sereke yên jiyanê.