4. Festîvala Navdewletî ya Şanoyê li Hewlêrê dest pê kir

Bi beşdariya 10 grûpên şanoyê ji hejmarek welatên cîhanê îro 17ê Berçile Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Şanoyê li Hewlêrê dest pê kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi beşdariya 10 grûpên şanoyê ji hejmarek welatên cîhanê îro 17ê Berçile Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Şanoyê li Hewlêrê dest pê kir.

Wek komîta amadekariyê ya festîvalê amaje pê dikin, Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Şanoyê ji 17 û ta 22ê vê mehê bi rê ve diçe. Di vê demê de 10 şano li holên Rêveberiya Huner û Şanoyê û Peymangeha Hunerên Ciwan li Hewlêrê tên pêşkêşkirin.

Şano rojane di demjimêr 15:00 û ta 18:00 tên pêşandan û Kurdistan24 jî sponserê medyayî ya Çaremîn Festîvala Navdewletî ya Şanoyê li Hewlêr dike.

Rêvebirê Huner û Şano Hîwa Suad ragihand, beşek ji mêvanên biyanî ji aliyê Bexdayê ve pirsgirêkên vîzeyê ji wan re dirust kiribûn, lê ligel wê yekê jî festival bi rêkûpêk bi rê ve diçe.