Di navbera Îran-Tirkiyê de du xalên sînorî tên girtin

Her du xalên sînorî yên Serf û Razî di navbera Îran û Tirkiyê de hatin girtin.

Di navbera Îran-Tirkiyê de du xalên sînorî tên girtin
Di navbera Îran-Tirkiyê de du xalên sînorî tên girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Her du xalên sînorî yên Serf û Razî di navbera Îran û Tirkiyê de hatin girtin. 

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Sînorî li Îranê Mecîd Axa Babayî îro, 26 Tebaxê ji ajansa fermî ya welatê xwe (ÎRNA) re ragehand “ku ew her du xalên sînorî Serf û Razî li pêş çûnûhatina otombîlan û hinartina bazirganî girtî ne, lê di dergeha sînorî ya Bazirgan re ti pirsgirêk nîne.”

Axa Babayî girtina van her du xalan vegerande ser bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimin, herwiha stafa gumrikê yê li wan dergehên sînorî kar dikin ji ber metirsiya ku dîl werin girtin cihên xwe hêştine.

Axa Babayî got jî kesên ku dixwazin serdana Tirkiyê bikin di dergeha Bazirgan re yan bi riya esmanî biçin Tirkiyê.