Kurdistan24
Nivîskar
Îran xortekî Kurd darve dike
bi tuhmeta endamtiya PJAKê û beşdarî di kuştina dadwerê bajarê Xoyeyê hatibû girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Çalakvanê Kurd Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên din li Girtîgeha Navendî ya Ormiyê hatin darvekirin.
Bêhrûz Alxanî sala 2009 li bajarê Selmasê yê Rojhelatê Kurdistanê bi tuhmeta endamtiya PJAKê û beşdarî di kuştina dadwerê bajarê Xoyeyê hatibû girtin.
Malbata Alxanî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) bang li Îranê kiribûn ku ragirtina cezaya darvekirinê kiribûn, heta ku biryara dadgeha bilind were derkirin, lê daxwaza wan hat redkirin.
AMNESTY diyarkirbû ku eger Îran wî çalakvanê Kurd darvebike dê yasayên navdewletî binpê bike.
Rêxstina navborî dilgiraniya xwe derbarê darvekirina 10 girtiyên din ên Kurd de, ku çaverêne werin darvekirin nîşan dabû.
Bêhrûz Alxanî sala 1985 an li bajarê Selmasê ji dayik bibû.