Kurdistan24
Nivîskar
Du serkirdeyên Artêşa Iraqê li Enbarê şehîd bûn
Du serkirdeyên payebilind yên Artêşa Iraqê ku yek jê Kurd e Li parêzgeha Enbarê di şerê li dijî DAIŞê şehîd bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Du serkirdeyên payebilind yên Artêşa Iraqê ku yek jê Kurd e Li parêzgeha Enbarê di şerê li dijî DAIŞê şehîd bûn.
Serkirdayetiya operesyonên hevbeş îro 27 Tebaxê ragehand ku çekdarên DAIŞê êrîşeke xwekujî li dijî Artêşa Iraqî li bajarê Rumadî navenda parêzgeha Enbarê pêk anîn.
Herwiha di wê êrişê de cîgirê serokê opersyonên hevbeş Lîwa Ebdilrehman Abo Rexîf û fermandeyê tabûra 10ê ya artêşa Iraqê Sefîn Ebdulmecîd, ku kurd e, şehîd bûn.
Hat ragehandin bi Abo Rexîf re 4 pasawanên wê jî hatin kuştin.
Artêşa Iraqê roja 13ê Tîrmeha borî, operasyona vegerandina Rumadî ji destê çekdarên DAIŞê ragehandibû lê heta niha ti pêşketinê berbiçav encam nedane.
Tê zanîn ku yekşema borî jî 23 Tebaxê serokê opersyonên hevbeş Lîwa Rukin Qasim Al Muhemedî jî li rojhilatê Rumadî bi encama ketina topeke Hawenê birîndar bûbû.