AKPê û HDPê hikûmeta veguhêz ava dikin

Serokomarê Tirkiyê hikûmeta veguhêz a ku Serokwezîr Davutoglu pêşniyar kiriye, pesend kir. Di lîsteya hatiye pêşkêşkirin de du wezîrên HDPê jî hene.

AKPê û HDPê hikûmeta veguhêz ava dikin
AKPê û HDPê hikûmeta veguhêz ava dikin

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokomarê Tirkiyê hikûmeta veguhêz a ku Serokwezîr Davutoglu pêşniyar kiriye, pesend kir. Di lîsteya hatiye pêşkêşkirin de du wezîrên HDPê jî hene.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglo şeva borî, 28 Tebaxê, bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re civiya û navê wezîrên hikûmeta veguhêz pêşkêşî kir, navborî jî ew pesend kir.

Piştî civînê, navên wezîran di konferanseke rojnamevanî de hatin ragehandin, ku yekem car e navên du perlemanterên HDPê tê de hene. 

Elî Heyder Konca bû Wezîrê Karûbarên Ewripayê û Mislim Dogan bû Wezîrê Geşepêdanê, her du jî Tirk in.

Ji aliyekî din ve, her du partiyan CHPê û MHPê peşdarî di hikûmeta veguhêz de nekirin.

Li gor destûra Tirkiyê, kapîneya nû ya hikûmetê pêwîstiya wê bi pesendkirina perlemantoyê tune ye. Herwiha li gor destûrê jî divê hemû partiyên perlemantoyê beşdarî kabîneya veguhêz bikin.

Ev hikûmeta nû tê avakirin, piştî têkçûna danûstandinên avakirina hikûmeteke hevpeyman. Biryar e jî di 1 Mijdarê de hilbijartinên pêşwext bên kirin.