Evîn Şikakî
Reporter
Austria : Pêwîste penaxwaz bi awayeke yasayî derbasî Ewropayê bibin
penaberên ku ji navçeyên şer direvin
K24-Navenda Nûîeyan
Wezareta Navxwe ya Austriayê (Nemsa) ragehand ku, pêwîste penaxwazên ji navçeyên şer direvin bi awayek yasayî derbasî Ewropayê bibin.
Di daxuyaniyekê de Wezîra Navxwe ya Austria Uhana Mekil Lytner duh, 28ê Tebaxê, ragehand ku bo çareserkirina kirîza penaberan pêwîste hemahingiyek di nav Yekîtiya Ewropayê de çêbibe.
Lytner tekez li ser parastina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê kir û diyar kir ku, pêwîste penaberên ku ji navçeyên şer direvin bi awayek yasayî derbasî Ewropayê bibin.
Ji aliyê xwe ve jî, Şêwermendê Austriayê Werner Faymann di daxuyaniyekê de xemgîniya xwe derbarê dîtina termê 71 penaberî di barhilgirekê de, ku festisî bûn, aniye ziman.
Partiya Kesik a Opizozîsyona Autriayê jî ragehand ku “Pêwîst e Ewropa niha biryar xwe bide ka gelo dixwazê li ser van zehmetiyan berdewam be yan jî bila çareseriyên yasayî ji penaberan re bibîne.”