Evîn Şikakî
Reporter
YPG ber bi bajarokê Holê ve pêşvediçe
gundê el-Behra el-Xatûniyê, kontrol kirin
K24-Navenda nûçeyan
Şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û rêxistina DAIŞê de li nevçeya Holê berdewam e.
Bi armanca rizgarkirina bajarokê Holê (25Km rojhilatê Hesekê) di şer û pevçûneke dijwar de duh, 28ê Tebaxê, şervanên YPGê karîn pêşvebiçin û gundê el-Behra el-Xatûniyê, kontrol bikin.
Gundê navborî tenê 5 KM ji Holê dûr e, ku pêgeha dawî ya DAIŞê li Cizîrê ye.
Di medyayê de li ser zarê çend berpirsên YPGê hatiye belavkirin ku, rêxistina DAIŞê xendekan li derdora bajarokê Hol dikole û rêyan bombedikin.
Herwiha firokeyên hevpeymaniya navdewletî jî pêgehên rêxistina DAIŞê bombebaran dikin û pştgiriya YPGê dikin.
Navçeya Holê ku ser bi Parêzgeha Hesekê ve ye a Rojavayê Kurdistanê ye xaleke stratejîke û zêdetir ji salekê ye di bin kontrola rêxistina DAIŞê de ye ku bi dehan bîrên petrolê têde hene.