Tirkiyê bo yekem car ligel hevpeymanan li DAIŞê dide

Tirkiyê razîbûna xwe derbarê bikaranîna bingeha leşkerî Incirlîk a leşkerî anîbû ziman

Tirkiyê bo yekem car ligel hevpeymanan li DAIŞê dide
Tirkiyê bo yekem car ligel hevpeymanan li DAIŞê dide

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand ku, wek yekeîm car firokeyên wan beşdarî di operasyonên hevpeymanan li dijî rêxistina DAIŞê de dikin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Tirkiyê duh, 29ê Tebaxê, ragehand ku firokeyên wan dest bi êrîşên xwe yên esmanî li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina Dewlet Islamî ya radîkal (DAIŞ) ku bûye metirsiyek li ser ewlekariya wê kirin.

Berî niha Hikûmeta Tirkiyê razîbûna xwe derbarê bikaranîna bingeha leşkerî Incirlîk a leşkerî di operasyonên navdewletî yên li dijê DAIŞê nîşan dabû bê ku roleke wê di wan operasyonan de hebe.

beşdarbûna Tirkiyê di opersyonên li dijî rêxistina navborî de, di demekî de tê ku Tirkiyê di 24ê Tebaxê de derbarê rola xwe ya di hevpeymaniyê de  li gel Amerîka rêkeftinek îmeze kirbû.

Roja 24ê Tîrmehê, firokeyên Tirkiyê bo yekem car operasyonek li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê encamdabûn,lê ne di nav operasyonên hevpeymaniya navdewletî de bû.