Kurdên Ehrezê koçberî Efrînê dibin

piştî berdewambûna şer û pevçûnan

Kurdên Ehrezê koçberî Efrînê dibin
Kurdên Ehrezê koçberî Efrînê dibin

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî kontrolkirina çekadarên DAIŞê ji gundê Hirbil re bi sedan welatiyên bajarokê Ehrezê malên xwe bi cih hiştin û ber bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ve koçberbûn.

Çalakvanên wê deverê ji medyayê re ragehandin ku duh,29ê Tebaxê, piştî berdewambûna şer û pevçûnan di navbera  çekdarên  rêxistina DAIŞê û Eniya al-Şamiyê de çekdarên DAIŞê karîn gundê Hirbilê kontrol bikin û nêzîkî  bajarokê Ehrezê bibin.

 Çalakvanan diyar kirin ku DAIŞ tenê bi 3 kîlometran dûrî bajarokê Ehrezê ye, lewma welatiyên wî bajarokî neçarbûn ku malên xwe bicih bihêlin û ber bi bajarê Efrînê ve koçber dibin.

Bajarokê Ehrezê navçeyek Kurdî ye, nifûsa wê jî 5 hezar kes e, dikeve abşûrê-rojhilatê Efrînê û nêîk 40 KM jê dûr e.