Kurdistan24
Nivîskar
IHD: Divê pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di civîna xwe ya li Amedê de raporek li ser “Binpêkirina Mafên Mirovan li Tirkiyê” ”derxist.
K24 – Amed
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di civîna xwe ya li Amedê de raporek li ser “Binpêkirina Mafên Mirovan li Tirkiyê” ”derxist.
Serokê giştî yê IHDê Ozturk Turkdogan duh, 29 Tebaxê, li Amedê di konferanseke rojnamevanî de bîlançoya şerê ji 21’ê Tîrmehê û heta 28 Tebaxê ve eşkere kir.
Turkdogan ragehand ku li gor encamên bi dest xistine bîlançoyên giran derketine holê û bal kişand ku, divê di demek nêzîk de her du alî bigehin diyalog û danûstandinê û pirsgirêka Kurdî jî bi riyên aştiyane çareser bibin.
li gor raportê, ji encama şerê li Tirkiyê yê ji 21ê Tîrmehê û heta 28ê Tebaxê, 93 ji leşker, polîs û cerdevanan hatine kuştin, herwiha 38 gerîlayên PKKê û 47 sivîl şehîd bûne.
Turkdogan eşkere kir jî ku di nav kuştiyan de 5 rojnamevan û çavdêrên biyanî û 111 zarok hebûn, 2 hezar 544 kes jî hatine girtin û îşkence dîtine.
Turkdogan amaje bi yekê kir ku ji bêtirî 10 bajarên rojaveyê Tirkiyê welatiyên Kurd rastî êrîş û hewldanên tund hatine, PKKê jî 24 kes ji wan 2 leşker in dîl girtine.