Kurdistan24
Nivîskar
YPGê bersiva êrîşa Eniya el-Nusrayê li ser Efrînê dide
Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bersiva êrîşên Eniya el-Nusrayê ya li ser gundê Dêwa ya herêma Efrînê da û 13 çekdarên wê rêxistinê birîndar kirin.
K24 – Efrîn
Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bersiva êrîşên Eniya el-Nusrayê ya li ser gundê Dêwa ya herêma Efrînê da û 13 çekdarên wê rêxistinê birîndar kirin.
Di daxuyaniyekê de Duh, 29 Tebaxê, YPGê ragehand ku, piştî ku çekdarên Eniya el-Nusrayê gundê Dêwa yê Efrînê bi topên Hawenan dabûn ber topan, wan jî bersiva wê êrîşa Eniya el Nusrayê dane.
Li gor daxuyaniyê, şervanên YPGê jî çeper û baregehên Eniya el Nusrayê yên li girên gundê Etmê topbaran kirin, ku di encamê de 13 çekdarên wê rêxistinê birîndar bûne.
Eniya el-Nusrayê, roja 28 Tebaxê danê êvarê gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dabûn ber topan, di encamê de 2 sîvîl birîndar bibûn û malên gundiyan jî wêran bûbûn.