Kurdistan24
Nivîskar
Hilbijartinên parlementoya Misrê li ser du qonaxan birêve diçin
JI sala 2012an ve Misr bêyî parlemento ye
K24- Navenda Nûçeyan
Komîteya Bilind a Hilbijartinan li Misrê dema birêveçûna hilbijartinên parlementoyê diyar kir, proseya dengdanê jî li ser du qonaxan dibe.
Komîteyê di daxuyaniyekê de duh, 30ê Tebaxê, ragehand ku dê roja 17-18ê Cotmhê li derveyî Misrê û rojên 18-19ê heman mehê li nava welêt, proseya dengdanê destpê bike.
Ji Hezîrana 2012an ve Misr bêyî parlemento bû, piştî ku di şoreşa li dijî Hisnî Mubarek (Sibata 2011) de, Dadgeha Bilind a Destûrî cihê parlementoyê girtibû.
Dê qonaxa duyem a dengdanê jî roja 21-22ê Mijdarê li derve û rojêm 22-23ê heman mehê li nava Misrê birêve biçin.
Li gor Komîteya Bilind a Hilbijartinan, dê sibe 1ê Îlonê, derî li ber tomarkirina navê berbijêrean vebe.
Beriya bidawî hatina sala 2015an jî, dê Misir xwedan parlementoyek hilbijartî be.
Biryar bû hilbijartinên parlementoya di Adar û Nîsana borî de birêve çûba, lê wê demê Dadgeha Bilind a Destûrî ragejandibû ku, yasayeke ne destûrî di nav yasayên hilbijartinan de hebû.