DAIŞ li ser wêrankirina şûnwrên Temdurê berdewam e

Rêxistina Dewleta Isalmî ya radîkal (DAIŞ) beşek ji perestgeha “Bil” a dîrokî li Tedmurê wêran dike û 91 kesî li Sûriyê dikuje.

DAIŞ li ser wêrankirina şûnwrên Temdurê berdewam e
DAIŞ li ser wêrankirina şûnwrên Temdurê berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Dewleta Isalmî ya radîkal (DAIŞ) beşek ji perestgeha “Bil” a dîrokî li Tedmurê wêran dike û 91 kesî li Sûriyê dikuje.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan du, 30 Tebaxê, ragehand ku çekdarên DAIŞê beşek ji perestgeha “Bil” a ji serdema Romanî de li Tedmurê wêran kirine.

Herwiha Rewangehê diyar kir ku ji 29ê Tîrmehê û heta 29ê Tebaxê, DAIŞê 91 kes li Sûriyê gulebaran kiriye, ji nav wan 32 sivîl in ku bi tohmetên cûda hatine kuştin.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî ya ku navenda wê li Londonê ye, hejmara kesên ku li Sûriyê ji aliyê DAIŞê hatine kuştin 3 hezar û 156 kes in, jê hezar 841 kes sivîl in.

Di 23 Tebaxê de çekdarên DAIŞê perestgeha “Bal Şimîn”ê ya dîrokî li Tedmurê teqandibûn, UNISCOyê jî ew bûyer wek “Tawana şer” hejmart.