Grûpeke çekdar ji jinên Xirîstiyan re li Cizîrê ava dibe

parastina Rojavayê Kurdistanê dikeve li ser milê hemû pêkhateyan

Grûpeke çekdar ji jinên Xirîstiyan re li Cizîrê ava dibe
Grûpeke çekdar ji jinên Xirîstiyan re li Cizîrê ava dibe

 K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena leşkerî ya Xirîstyanan avakirina hêzên Parastina Jinên Xirîstyan bi navê "jinên Beyt el-Nehreyn" ragehand.

Di merasîmekê de û bi amadebûna Hevseroka Kantona Cizîrê Hedya Yusif, Encûmena lLeşkerî ya Xirîstyanan duh,30ê Tebaxê li bajarê Tirbespiyê yekemîn grûpa çekdar a jinan ragehand.

Merasîm bi manoreke leşkerî ji aliyê Hêzên Parstina Jinan a Beyt el-Nehreyn destpêkir, berpirsên leşkerî yên ku di merasîmê de amadebûn avakirina wê hêzê pîroz kirin, tekez kirin ku parastina Rojavayê Kurdistanê dikeve li ser milê hemû pêkhateyan.

Ji aliyê xwe ve Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zarîn Kobanê diyarkir ku jinên Rojavayê Kurdistanê hemû qeyd û bendên li ser jinan ku bi hezarên salan ji aliyê sîstemêm deshilatdar ve hatine kirin şikandine.