Li Rojavayê Kurdistanê xwendina bi Kurdî destpê dike

pola yekê heta ya sêyê dê xwendin bi bi zimanê kurdî be

Li Rojavayê Kurdistanê xwendina bi Kurdî destpê dike
Li Rojavayê Kurdistanê xwendina bi Kurdî destpê dike

 

K24-Navenda Nûçeyan

Biryare ji destpêka sala nû ya xwendinê ve li her sê kantonan Cizîr, Efrîn û Kobanê  xwendina bi zimanê Kurdî destpê bike.

Di daxuyaniyekê de Desteya Perwedeyê ya Kantona Kobanê duh,30ê Tebaxê, ragehand ku bi mebesta destpê kirina sala nû ya xwendinê  tomakirina navên şagirtan  li  hemû dibistanên Rojavayê Kurdistanê  îro dê destpêbike,  li gor daxuyaniyê ji pola yekê heta ya sêyê dê xwendin bi bi zimanê kurdî be.

Desteyê diyar kir ku polên çar, pênc û şeş jî wê zimanê Fransî û Ingilîzê li gel zimanê Kurdî bê xwendin, herwiha ji pola heftê û berê ve xwendin dê bi zimanê Erebî be li gel zimanên din.

Zehmetiya herî mezin a ku perwerde û xwendina zimanê Kurdî bibîne ew ku, ne rejîm û ne jî opozîsyona Sûriyê heta niha itîrafê bi xwendina kurdî nakin.

Kanotnên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û çend aliyên ji pêkhateyên ereb û xirîstiyan roja 21ê Çileya 2014an li Cizîrê, 27ê li Kobanê û 29ê heman mehê li Efrînê hatine ragehandin