Kurdistan24
Nivîskar
Li Amedê 2 polîsên trafîkê hatin armanckirin
Li navçeya Kayapinarê ya Amedê di êrîşeke çekdarî de polîsekî trafîkê hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.
K24 – Amed
Li navçeya Kayapinarê ya Amedê di êrîşeke çekdarî de polîsekî trafîkê hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Li navçeya Kayapinarê ya Amedê duh, 30 Tebaxê, danê piştî nîvro otombîleke polîsên trafîkê ji aliyê hin çekdarên nenas ve bi Kilaşînkovan ve rastî êrîşekê hat.
Di bûyerê de 2 polîs bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyeke taybet hatin veguhastin lê polîsekî bi navê Ahmed Giliç li nexweşxanê jiyana xwe jidest da.
Ji aliyekî din ve, parêzgeriya Amedê derbarê vê bûyerê di daxuyaniyekê de ragehand ku otombêla êrîşkaran û Kilaşînkovekê li taxa Payasê hate desteserkirin.