civîna sibe ya parlamentoyê dê danûstandin li ser dirêjkirina dema yasayî ya komîteya pêkanîna destûra
Parlementoya Kurdistanê dicive
K24-Navenda Nûçeyan
Parlementoya Kurdistanê dest bi xula xwe ya peyzê dike û yekem civîna xwe ya yasayî li dardixe.
Di daxuyaniyekê de Sekreterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Fexriddîn Qadirî îro, 31ê Tebaxê, ragehand ku pêwîste sibe berî destpêkirina civîna parlamentoyê her yek ji serokên firaksyonan û Serokê Parlementoya Kurdistanê li ser karên parlementoyê bicivin.
Qadirî diyar kir ku civîna sibe ya parlamentoyê dê danûstandin li ser dirêjkirina dema yasayî ya komîteya pêkanîna destûra Herêma Kurdistanê û pesenkirina peyrewa navxweyî werin kirin